Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn 2018-07-14 14:53:44   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Gulunay ê di 1992’an de di binçavan de hat windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.    Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 694’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam kirin. Çalageran laçikên spî û qurnefilan danîn ser pankarta “Kujer diyar in winda li ku ne?” û wêneyên windayan hildan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek mirovên şemiyê tev li bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’an de di binçavan de winda kirin hat pirsîn û daxwaza edaletê kirin.    Di çalakiyê de ewil birayê Kenan Bîlgîn ê di 12’ê Îlona 1992’an de hat windakirin Îrfan Bîlgîn axivî û got: “23 sal e ji bo edalet pêk were, em li Qada Galatasarayê ne. Tu hikumetê dengê me nebihîst. Heta em nebêjin xelas bû, kes nikare dosyeya van mirovan bigire.”    Pişt re nameya keça Hasan Gulunay, Denîz Gulunay şandibû hat xwendin. Ji Mirovên Şemiyê Nîmet Tanrikulu xwend û got: “Ez li her deverê te vedibêjim û behsa çîroka te dikim. Di 20’ê tîrmeha 1992’an de pêvajoya em ê êdî te nebinin destpê kir. Di heman demê de me xwe di nav têkoşînekê de dît. Em ji kêliya ewil ve bûn biryardayîna Hasan Gulunay. 26 sal em dibêjin Hasan Gulunay li ku ye? Em ji rêveberên her tim behsa demokrasî û edaletê dikin dixwazin bipirsin. Ev pergala ku hestiyên bavê 4 zarokan jî nahêle bibîne hiqûqa wê li ku ye? Qey edalet û hiqûq ji bo me nîne? Li welatek ku edalet lê nîne, dosyeya Hasan Gulunay rastî dembihûrînê anîn û di şexsê bavê min de em ê tu demê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê bêdeng nebin, dest jê bernedin û efû nekin.”    Piştî xwendina nameye daxuyaniya çalakiyê ya vê hefteyê Parlamenter Oya Ersoy xwend û di daxuyaniyê behsa windabûna Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’an de hat windakirin kir. Ersoy diyar kir ku dosyeya doza Gulunay bi dembihûriyê hatiye girtin û malbat û civak xwedî wî mafê hînbûna heqîqeta windayan e.    Piştî axaftin û daxuyaniyê çalakî bî dawî bû.