Li sê bajaran herî kêm 14 kes hatin binçavkirin 2018-07-14 13:42:19   MANÎSA - Di çarçoveya lêpirsîna li ser navenda Manîsayê tê meşandin de li 3 bajaran bi ser malan de hat girtin. Di encama serdegirtina malan de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna li ser navenda Manîsayê tê meşandin de do bi şev û satên serê sibehê de li Stenbol, Amed û Manîsayê bi ser malan de hat girtin. Hat diyarkirin ku di encama serdegirtina malan de hinek derî hatine şikandin û alavên hundur hatine belavkirin. Li Stenbolê Endamê Wekîlê HDP’yê yê  Zonguldagê Evliya Gudan, Servet Tekin, Vedat Tekin, Murat Tekin, Hanım Guzel, Mîraç Yalçin, Volkan Avkan û Azad Kaplan hatin binçavkirin. Li Amedê Ş.B, A.T, M.O û R.K, li Manîsayê jî A.B, R. hatin binçavkirin.   Hat hînbûn ku kesên li Stenbolê û li Amedê hatin binçavkirin dê bibin Manîsayê.    Derbarê naveroka dosyaya ku biryara veşartinê hat dayin de derbarê sedema binçavkirinan de tu agahî nehat girtin.