'Her xizmet bi destên jinê tê kirin' 2018-07-14 09:06:51   QAMIŞLO - Endama Buroya Jinê ya Bajarê Qamişloya Rojava Raniya Bîco derbarê kar û xebatên Şaredariya Qamişloyê de axivî û got:"Hemû xizmet bi ked û destên jinê tê kirin û armanc pêşketina xizmetên civakî ye."   Endama Buroya Jinê ya Bajarê Qamişloya Rojava Raniya Bîco derbarê kar û xebatên Şaredariya Qamişloyê de bal kişand ser keda jinê û got:"Jinên kedkar bi hêz û vîna xwe hêviya gel geş dikin û di warê xizmetê, parastina mafê jinê de xwedî rolek girîng in."   Raniya Bîco da zanîn ku ew di kar û xebatên xwe de girîngiyê didin keda jinê û civakê û got:"Di dema Rejîma Baasê ji aliyê şaredariyê ve tu xizmet nedihat kirin. Piştî Şoreşa Rojava şaredariyên gel ji nû de hatin avakirin û ji bo gel xizmetên giranbiha hat kirin. Jinê jî bi îradeya xwe ya azad cihê xwe di nav xebatê de girtin. Lê di serdema Rejîma Baasê de jin nikaribûn bi vînek azad bixebitiyan. Niha jin pêşengiyê dikin û di her qadê de xizmetên civakî dikin."   'Hemû pirsgirêkên jinê li ser buroya şaredariyê tê meşandin'   Raniyayê da zanîn ku di destpêka xebatan de jinên xebatkar pirsgirêk dijîn lê bi rêya perwerdeyê ev pirsgirêk hatiye çareserkirin û wiha dewam kir:"Ji bo hemû jin beşdarî çalakiyên ku civakê pêş dixe bibin em gelekî xebitîn û em hîn jî dixebitin. Niha jin bi awayekî azad dikarin xwe îfade bikin û beşdarî xebatên girîng dibin. Ji bo civakê dibin mînak. Bandorek erênî ya buroyên jinê li ser gel hene."   'Em ê xebatên xwe zêdetir bikin'   Ranyayê da zanîn ku ew ê xebatên xwe zêdetir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê bi ked û nêrîna jinê ya ku feyza xwe ji têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire xebatên xwe zêdetir bikin. Li vir her xizmet bi destên jinê tên kirin û wekî Rêber Apo dibêje 'Bê jin jiyan nabe'."