Du mêrên ku li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anîn hatin girtin 2018-07-13 17:02:42   RIHA - Li Sêwrega Rihayê du mêrên ku li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anîn ducanî hiştin hatin girtin.   Li Sêwrega Rihayê zaroka 14 salî ya ku nexweş ket û birin nexweşxaneyê hat aşkerakirin ku ducanî hatiye hişitin. Piştî ku zaroka ducanî pitika xwe welidan îfadeya wê hat girtin û derket holê ku ji aliyê kekê xwe M.B. û xalê xwe M.Î. ve bi êîrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin û di encamê de ducanî maye.   Mêrên bi navê M.B. û M.î. piştî îfadeya zarokê hatin binçavkirin. M.B. û M.Î. di îfadeya ku dan de sûcê xwe îtîraf kirin û hev sûcdar kirin. Herdu êrîşkar piştî ku lêpirsîna wan qediya sewkî dadgeha noberdar hatin kirin û hatin girtin. Herwiha zarok û pitika wê jî girtin bin ewlehiyê.