'Em ji bo parastin û rêxistinbûyina jinan dixebitin' 2018-07-13 11:27:57   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Til Temirê Çinar Yûsif derbarê konferans û xebatên Kongreya Star de anî ziman ku ew ji bo bingehek baş a civakê, rêxistinbûyina jinê esas digirin.    Berdevka Rêxistina Kongreya Star Çinar a Til Temirê Çinar Yûsif derbarê konferans û xebatên Kongreya Star de bi lêv kir ku bi hewldanek mezin ew bûne sedem ku di nav gel de cudatiyên mezin ên êrênî pêk werin û got:"Pêwistî hat dîtin ku şaxên Yekîtiya Starê belav bibe û ew wergeriya Kongreya Star. Niha bi tevgerek mezin em ji bo parastin û rêxistinbûyina jinan dixebitin."   Çinar Yûsif da zanîn ku armanca wan jê yek ew bû ku nêrîna civakê ya li dijî jinê biguherin û got:"Ji ber ku civak bi salane di bin desthilatdariya hêzek yekperest de bû loma jin her dem dihatin çewisandin. Loma di destpêkê de gerek nêrîna civakê ya li dijî jinan bihata guhertin. Loma me tevgera jinan ava kir ku hemû jin bi rêxistin bibin û di her qadên civakê de bibin xwedî rolek çalak. Niha xebatên me baş diçin."   'Jinên Ereb feyz ji jinên Kurd girtin'   Çinarê anî ziman ku Kongreya Star ji bo parastina mafên hemû jinan ava bû û wiha domand:"Me hewl da ku em xwe bigihêjin jinên Ereb û Suryan jî û wan bi rêxistin bikin. Komînên Xweser û berdevkên wê yên xweser li hemû gundewarên girêdayî Til Temirê hatin avakirin. Li Çiyayê Kizwanan jî jinên Ereb bi têkoşîn û hewldana me xwe bi rêxistin kirin. Jinên Ereb ji jinên Kurd feyz girtin û xwe bi rêxistin kirin."   'Em ê xebatên xwe berfirehtir bikin'   Çinarê da zanîn ku ji bo xebatên xwe berfireh bikin ew ê konferansan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo nîqaşên berfireh û dawî li hinek kêmasiyan were dê konferans bên lidarxistin. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar asta rêxistinbûyinê mezintir bikin. Çimkî em ji bo parastin û rêxistinbûyina jinan dixebitin."