ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-13 09:00:00   *Li Rojhilata Navîn her dem şerekî giran qewimiye û di nava vî şerî de yên ku herî zêde êşiyan e her dem zarok in. Zarok her dem ji mafên xwe yên rewa bêpar mane. Herdu zarokên birayê hevdu û navên wan Muhemmed Hacî û Ehmed Hacî mexdûrên şerê bi salan ê li Rojhilata Navîn e. Zarokên ku ji şer nesîbê xwe girtine ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebitin. Xeyalên wan ên herî mezin jî aştî û azadî ne. DÎMEN HEYE   *Parêzer Bîrgul Degîrmencî diyar kir ku bi pergala serokomariyê re îradeya gel ji destên wan hatiye girtin û hemû tişt di bin destên yek kesî de wê kom bibe û wiha got: “Wê hewcedarî bi OHAL û KHK’ê nebînin. Derxistina rayeya KHK’ê dan serokkomar. Yanî wê wek versiyonek din a rejîma OHAL’ê bidome.” DÎMEN HEYE   *‘Çareseriya bi sêhr’ ya hikûmetê ji bo qada îstîhdamê zêde bike pêşniyar kir ji aliyê Prof Dr. Gulay Tokoz ve hat nirxandin û diyar kir ku rêjeya betaliya jinan zêdetir bûye û di navbera rêjeya betaliya mêran de gelek navber çê bûye.   * Edîtora Bîanetê Çîçek Tahaoglu û rojnameger Elîf Akgul ‘Pirtûka Destan a Nûçegîhaniyê ya Di esasa Zayenda Civakî de’ hatiye amadekirin, çavkaniyek ku nûçegîhan dikarin serî lê bide ne. Çîçekê der barê pirtûkê de agahî da û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nebûna polîtîkayek zayenda civakî pirsgirêkek mezin e. DÎMEN HEYE   *“Mende Nazer ya ku jinek Nuba ya Sudanî ye, di temenê biçûk de ku wek kole çû Londonê, zîncira koletiyê şikand û ber bi azadiyê ve reviya. Rondikên ku Mendeyê barandin niha di dilê hemû jinên reşik de wek hêviyê şîn dibe.” JI PÊNÛSA JINAN   *Bijîşka Nexweşiya Jinan û Zayinê Olga Roso derbarê pençeşêrê de got ku divê jin ji 6 mehan carekê ji bo kontrolê biçin nexweşxaneyê da ku xwe biparêzin. DÎMEN HEYE   *Dayika Erîfa Osman ku ji ber êrîşên dewleta tirk li Şehbayê bi cih bûye û têkoşîna xwe li wir didomîne got:"Zextên dagirkeran dê nikaribe vîna me bişkîne. Em berxwe didin û em ê berxwe bidin."DÎMEN HEYE