Polîsan bi ser Ajansa me de girt 2018-07-12 14:15:43   AMED - Polîs bi ser buroyaa ajansa me ya li Baglarê de girt.   Polîs bi ser buroyaa ajansa me ya li Baglarê de girt. Polîsên ku bi şev saet di 00.00'an de hatin berderiyê ajansê û pê li zîlê wê kirin, piştî ku dîtin kesek li hundir tune ye ji ber derî vegeriyn.  Piştre ber destê sibehê saet di 04'00'an de ji aliyê polîsan ve bi ser buroya me de hat girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin hundir, li hemû odyên ajansê lêgerîn kirin. Polîsan kompîturên li ajansê dester kirin û derbarê sedema serdegirtinê de tu agahî neat girtin.   Parêzerên ajansê derbarê mijarê de li dozgeriyê serlêdana sûc kirin.