Daneşîna doza polîsên ku du zarok bi panzerê qetil kirin dest pê kir 2018-07-12 13:58:24   ŞIRNEX - 4'emîn danişîna doza derbarê 2 polîsên ku li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyê, panzêr li xaniyê mabata Furkan û Muhamet Yildirim yên birayên hev qelibandin û di encamê de her du biryaan jî jiyanaxwe ji dest da dest pê kir.   Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan bi panzerê di nîveka şevê de, li xaniyê malbata Furkan û Muhamet Yildirim qeliband û panzêr ket hundirê xanî. Di bûyerê de Muhamet (7) û Furkan (6) di bin panzêrê de de man û hatin qetilkirin. 4'emîn danişina doza der barê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hatibû vekirin, dest pê kir.    Gelek parêzer di danişîna dest pê kir de amade bûn û dozê ji nêz de dişopînîn.