Endama SES’ê 2 rojin dibin çavan de ye 2018-07-12 13:15:43   MÊRSÎN - Endama SES’ê ya 3 meh ducanî û nexweşa dil Zelîha Yaman Yavuklu 2 rojin dibin çavan de ye.    Li Mêrsînê, polîsan duh serê sibê bi ser mala endama Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Zelîha Yaman Yavuklu de girtin û binçav kirin. Lêpirsîna Zelîha ya li Şaxa TEM’ê ya Mêrsînê berdewam dike.   Zelîha ya hat binçavkirin berî 5 salan di Şaxa SES’ê ya Sêrtê de dixebitî û hat diyarkirin ji ber vê sedemê hatiye binçavkirin. Zelîha ya 3 meh ducanî û nexweşa dil ev du rojin li Şaxa TEM’ê tê girtin.     Malbata Zelîhayê, xwest demildest bê berdan.