'Mafê jiyanê zêdetir di bin xetereyê de ye' 2018-07-12 09:10:44   MANÎSA - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay  anî ziman ku Serokomar Recep Tayyîn Erdogan di sondxwarina di pergala derbasbûna rejîma ‘yek mêrî’ de li dijî Nobeta Edeletê ya malbatên Somayê û karaseta trênê ya li Çorluyê bê deng maye û diyar kir ku mafê jiyanê êdî zêdetir di bin xetereyê de ye.   Dema Recep Tayyîn Erdogan ji bo Pergala Serokomariyê sond dixwar, cenazeyên karaseta trênê ya li Çorlu ya Tekîrdagê dihat rakirin. Her wiha malbatên doza Somayê jî di nobetê de bûn. Tevî hemû bertekan bernameyan berdewam kir û di saetên pêşdeçûyî de derket holê ku wê pergala nû çawa be.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay daxuyakirin ku bi pergala yektîp re jiyana mirovan zêdetir bêewle bûye û  got tiştên li Soma û Çorluyê hatiye jiyîn ji ber hêrsa kapîtalîzma hov pêk hatiye.   ‘Dixwazin dewlet û wezaretan wek şîrket bi rê ve bibin’   Serpîlê di berdewamiyê de destnîşan kir ku esasa pergala nû ev e ku welat wek şîrketê bi rê ve bibin û  wezaret jî wek komên sermayayê bi rê ve bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yanî em derbasî pergala serokatiyek otorîter ya yek mêrî bûn.”   ‘Dixwazin Somayê piştguh bikin’   Her wiha Serpîlê diyar kir ku wê gelên bindest li dijî faşîzmê zêdetir têkoşîn û rêxistinbûnê pêk bînin û ev tişt bi lêv kir: “Li Somayê 301 karkerî jiyana xwe ji dest dan û wan hewl da serê bûyerê bigirin. Nûnerên desthilatdariyê li karker û xizmên karkeran dan. Dadgehê 4 salan berdewam kir. Di vê navberê de ji bo edelet pêk bê tu tiştek nehat kirin. Roja sonda serokomariyê dihat xwendin hem doza Somayê û hem jî qezaya trênê dihat veşartin. Her roj 3 karker jiyana xwe ji dest didin. Tevî van hemûyan  Li Tirkiyeyek ku zêdetir otorîter bûye mafê jiyanê zêdetir ketiye bin xetereyê.”