Ciwanên Cizîrê êrîşên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kirin 2018-07-11 10:47:45   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Yekîtiya Ciwanên Rojava meşek li dar xistin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) meşek meşaleyî li dar xistin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Bi beşdarbûna bi sedan ciwanan, meşê bi dirûşma "Serî Hildin" ji Qada Osman Sebrî dest pê kir û bi di dirûşma "Bijî Rêber Apo" li Qada Şehîd Robar bi dawî bû.    Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.