Li Manîsayê jinek hat qetilkirin 2018-07-11 09:33:32   MANÎSA - Li Kulayê mêrê bi navê Îbrahîm Kutluay, şîddet li Zumreten Kutluay kir û ew qetil kir.   Do ber bi saetên êvarî de li Navçeya Kulaya Manîsayê mêrê bi navê Îbrahîm Kutluay, şîddet li Zumrethan Kutluay a ku bi wî re zewicî bû, kir. Zumrethan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirina welatiyên der dorê ekîbên tenduristiyê hatin cihê ku bûyer lê qewimî. Piştî lêkolînê ekîbên tenduristiyê cenazeyê Zumrethanê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kulayê.    Îbrahim Kutluay jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin navenda polîsan.