Bertek mezin dibin: Çareserî ne darvekirine 2018-07-11 09:09:18   AMED - Jinên Amedê bertek nîşanî qanûna ‘darvekirin’ û ‘xesandinê’ ya piştî bûyerên îstîsmar û revandina zarokan ji nû ve hatiye rojevê dan û gotin: “Dibêjin darvekirin lê darvekirin ne çareserî ye. Her kes baş dizane ku çima darvekirinê tînin. Bila dest ji darvekirinê berdin.”   Jina bi navê Zeynep Aydin diyar kir ku çareseriya pirsgirêkê ne ‘darvekirin e’ û wiha pê de çû: “Zarok rastî îstîsmarê tên. Zarok tên revandin û qetilkirin. Civaka me dibêjin ‘em misliman in’. Gelo mislimantiya vê çi ye? Di ku derê mislimantiyê de dibêjin zilmê li zarok û jinan bikin.”   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kujer û tacîzkaran digirin, qaşo digirin û wiha dawî lê anî: “Çawa dilê malbata dişewite ya me jî wisa dişewite. Dibêjin darvekirin lê darvekirin ne çareserî ye? Bila cezayên giran bidin. Bila jin û zarok bên parastin.”   ‘Em newêrin zarokan bişînin derve’   Îkram Yildiz jî daxuyakirin ku ew zarokên xwe tenê naşîne derve û ev tişt bi lêv kir: “Berê tiştekî wisa tunebû. Ev 15 sale ev bûyer zêde bûne. Zarokên her kesî hene. Bila bêdeng nemînin. Bila êdî çareyek bê dîtin. Bila zarok rehet bigerin û bilîzin. Tirkiye ji bo zarokan bûye cihekî bê ewle.”   ‘Darvekirin ne çareserî ye’   Berrîn Başbug jî destnîşan kir ku darvekirin ne çareserî ye û ji ber gotin ‘ji carekê tiştek nabe’ rêjeya sûc zêde bûye. Berrînê got serê bûyerên îstîsmarê digirin û wiha pê de çû: “ Dibêjin rêbazên çareseriyê zêde bûne. Lê ev çareserî kêr nehat. Terza pêkanîna sûc guherî. Armanca anîna darvekirinê ev e ku welat ber bi şerîatê ve bibin. Gelo darvekirin bê wê ji bo tacîzkar û tecawizkaran pêk bînin.  Darvekirinê ji bo tacîzkaran naynin.  Di dîrokê de tu car darvekirin ji bo kesên sûcdar pêk nehat. Ji bo sûcên siyasî pêk hatin.”