Wê girtiya nexweş girêdayî diyalîzê bimîne 2018-07-11 09:08:18   XARPÊT - Girtiya nexweş Meles Tekîn ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin, ji bo bê tahliyekirin ev du mehe li bende rapora ku Saziya Tipa Edlî ya Edenê bide ye. Meles ya ku rewşa wê giran dibe, hat hînbûn ku ew ê li koguşê bi diyalîzê girêdayî bimîne.   Meles Tekîn a 73 salî li Mêrdînê bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê teqez bûye di meha nîsanê de hat girtin û piştre jî surgunî Girtîgeha Elezîzê hat kirin. Meles ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî her tim ew rakirin revîrê û ji bo rapora Saziya Tipa Edlî sewqî Edeneyê kirin. Niha bi rapora ku Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê bide wê diyar bibe tahliye dibe an na. Ev du mehe Meles li bende raporê ye. Malbat û parêzerên li îdareya girtîgehê geriyan bersiva ‘Ji bo hûn vê hîn bikin divê hûn bên vir’ girt.   Wê bi diyalîzê ve girê bidin   Meles a ku nexweşiya wê ya dil, sîng, tansiyon û şekir hene, bi taybet her tim tansiyonê wê bilind dibe. Malbatê diyar kir ku hema hema her roj derdixin revîrê û jiyana xwe ya rojane bi alîkariya hevalên xwe didomîne û laşê Melesê werimiye. Her wiha hat hînbûn ku Melesê ji ber gurçikên xwe wê li koguşê bi diyalîzê ve girê bidin.   Ji bo Melesê hem li Girtîgeha Mêrdînê û hem jî li Elezîzê ji bo berdana bi kontrol serlêdan hat kirin lê bi hinceta raporê bersiv nehatiye girtin.