'Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin' 2018-07-11 09:07:18   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û wiha gotin: “Aştî bi rakirina tecrîdê dikare bê vî welatî. Em dixwazin demildest ji Îmraliyê agahiyê bigirin.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û herî dawî di îlona 2016’an de malbata wî hevdîtin pêk anî. Piştî wê malbata wî 83 caran serlêdan kir lê nehat qebûlkirin û  parêzeran jî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 770 carî serlêdana hevdîtinê kir û bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’, ‘koster xerabeye’ û ‘OHAL’ê’ hat redkirin. Bertekên gelê Kurd ên li dijî tecrîdê didome.   Jinên Mêrdînê diyar kirin ku ji bo li vî welatî aştî pêk bê divê demildest bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.   ‘Aştî bi rakirina tecrîdê dikare pêk bê’   Xewlet Oncu jî bi lêv kir ku ji bo aştî û azadiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û wiha pê de çû: “Divê demildest ev tecrîd rabe. Hevdîtinek pê re pêk bê wê mirin bisekinin û aştî pêk bê. Zilm wê wisa biqede. Ew aştî û azadiyê dixwaze. Em dixwazin ew azad be û em agahiyê jê bigirin. Dayikên gelê Kurd tecrîdê tu car qebûl nakin.  Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes alîgirê aştiyê be û li dijî tecrîda giran bêdeng nemînin.”   ‘Em nikarin bêdeng bimînin’   Semra Albay jî bang li gel û jinên Kurd kir û wiha pê de çû: “Em nizanin dijî an na. Bi salane ji bilî şermezarkirinê em nikarin tiştekî bikin. Em bêdeng nemînin. Koasên mezin tên jiyîn û sedema vê jî tecrîd e.”   ‘Em dixwazin agahî jê bê girtin’   Tenzîle Agatay jî destnîşan kir ku ew dixwazin demildest ji Abdullah Ocalan agahiyê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ji me ditirsin, tecrîdê wisa giran û dirêj dikin. Em ê li dijî zilm û zextan her tim têbikoşin.”