Dayika Eyşa ya 105 salî: Daxwaza min a herî dawî dîtina rizgarkirina Efrînê ye 2018-07-11 09:01:42   Lîlav Elî   ŞEHBA - Dayika bi navê Eyşa Necar a 105 salî ku bûye şahidê qirkirinên li ser gelê Kurd anî ziman ku daxwaza wê ya herî dawî ew e ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û vegere ser axa xwe.    Dayika Eyşayê ya 105 salî ku ji gundê Em Huşa Şehbayê ye, xwediyê 12 zaroka ye. Dayika Eyşeyê heta temenê xwe yê 105 salî bûye şahidê gelek hovîtî, tunekirin û qirkirina li ser gelê Kurd pêk hatine. Dayika Eyşayê bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha gelê Kurd bi polîtîqayên tunekirin û qirkirinê rû bi rû mane û her axa wan hatiye dagirkirin.   Dayika Eyşayê da zanîn ku ew bûye şahidê dagirkeriya Îngiliz û Fransiyan a li ser axa Kurdistanê û got:"Dema em li dîroka gelê Kurd dinêre her dem bi êş û kulê derbas bûye. Lê gelê Kurd dîsa jî serî netewandiye. Li dijî dagirkeriya Îngliz, Fransiz, Osmaniyan her dem berxwe daye. Ez bûm şahidê dagirkeriya Îngiliz û Fransiyan. Di wê serdemê de jî dîsa sîvîl dihatin qetilkirin û revandin. Wê demê wan jî gelek zilm li gelê Kurd kirin. Berê Osmaniyan gelê Kurd qetil dikirin, niha jî di bin navê Komara Tirkiyeyê de axa gelê Kurd tê dagirkirin û bi hezaran kes tên qetilkirin."   'Jin dîsa hedef tên girtin'   Dayika Eyşayê destnîşan kir ku berê jî jin hedef dihatin girtin, niha jî hedef tên girtin û wiha domand:"Ji dîrokê heta niha jin her bûne qurbana polîtîkayên qirkirinê û hedef hatine girtin. Niha jin dîsa hedef tên girtin. Jinê her dem li dijî polîtîkayên qirkirinê berxwe daye. Niha jî li ber xwe didin."   'Ez dixwazin vegerim Efrînê'   Dayika Eyşayê bi lêv kir ku daxwaza wê ya herî dawî ew e ku vegere Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min heta temenê xwe yê 105 salî gelek tişt dîtin, ez gelek tişt jiyam. Tiştê ku heta niha herî bandor li ser min kiriye têkoşîna tevgera azadiya Kurd e û daxwaza min a herî dawî jî ew e ku ez vegerim Efrînê."