ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-11 09:00:00   *Dayika bi navê Eyşa Necar a 105 salî ku bûye şahidê qirkirinên li ser gelê Kurd anî ziman ku daxwaza wê ya herî dawî ew e ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û vegere ser axa xwe. DÎMEN HEYE   *Kurd xwedî çandek bi nirx û kevnar e. Jina bi navê Leyila Mîro jî hewl dide ku çanda xwe ya kevnar bide jiyîn, peyama xwedîderketina ji bo vê yekê dide û dibêje ku çanda kevnar gencî ne ye, divê mirov her dem biparêze. DÎMEN HEYE   *Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) dayîka bi navê  Xelfiye Tunç a kû debara mala xwe bi sewalkariyê  dike û koçber e zor û zahmetiyên ku jiyan û bêrîkirina xwe vegot.   *Jinên Mêrdînê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û wiha gotin: “Aştî bi rakirina tecrîdê dikare bê vî welatî. Em dixwazin demildest ji Îmraliyê agahiyê bigirin.” DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Meles Tekîn ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin, ji bo bê tahliyekirin ev du mehe li bende rapora ku Saziya Tipa Edlî ya Edenê bide ye. Meles ya ku rewşa wê giran dibe, hat hînbûn ku ew ê li koguşê bi diyalîzê girêdayî bimîne.   *Jinên Amedê bertek nîşanî qanûna ‘darvekirin’ û ‘xesandinê’ ya piştî bûyerên îstîsmar û revandina zarokan ji nû ve hatiye rojevê dan û gotin: “Dibêjin darvekirin lê darvekirin ne çareserî ye. Her kes baş dizane ku çima darvekirinê tînin. Bila dest ji darvekirinê berdin.”DÎMEN HEYE   *Sezen Ozkan li dijî texrîbatên ekolojiyê ku bi pergala serokatiyê re wê zêde bibe bang kir û wiha got: “Hemû têkoşîn nav hev de ne. Nirxa darekê ji azadiya jinê ya li kolanê ne serbixwetir e.” DÎMEN HEYE   *Di encama êrîşa bombeyê de endama Rêxistina Ciwanan a MSD'ê Dîlan Şêx Mehmûd û xwişka wê Dilyar Şêx Mehmûd jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê de Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef bertek nîşanî hedefgirtina jinên ciwan da û got:"Hedefgirtina jinan, astengkirina têkoşîna li hemberî zihnîyeta faşîzmê ye."DÎMEN HEYE