Ji bo Gulîzar Taşdemîr kampanyaya îmzeyan dest pê kir 2018-07-11 08:56:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbûnên li dijî radestkirina aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr dewam dikin. Ji bo Gulîzar Taşdemîr li dijî hikumeta Osloyê têkoşîna hiqûqî, xwepêşandanên protestoyî û kampanya îmzeyan dest pê kirin.   Aktîvîsta siyasî ya Kurd Gulîzar Taşdemîr roja 4'ê Tîrmehê bi rengekî destkelepçekirî ji aliyê Norwêcê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Çalakiyên ji bo piştgiriya bi Gulîzar re dewam dikin. Piştî ku Gulîzarê radestî Tirkiyeyê hat kirin, di serî de li Elmanya, Belçîka, Hollanda û Fransayê li gelek welatan li ber konsolosxaneyên Norwêcê xwepêşandanên protestoyî hatin kirin. Parêzerên Gulîzar Taşdemîr ên li Osloyê dest bi têkoşîna hiqûqî kirin. Koma ku ji bo piştgiriya bi Gulîzar Taşdemîr ava bû jî, dest bi kampanya îmzeyan kir.   "Koma piştgiriya bi Gulîzar Taşdemîr re" ku li Osloyê ava bû, dest bi kampanya îmzeyan kir. Kampanyayê bi sernavê "Edalet ji bo Gulîzar Taşdemîr" dest pê kir û rayedarên Norwêcê ji ber radestkirian Gulîzarê tên rexnekirin. Komê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Rayedarên Norwêcê ji rewaş heyî ya Gulîzarê berpirsyar in. Em dixwazin Norwec zextê li Tirkiyeyê bike, bike ku Gulîzar Taşdemîr bê berdan û wê bînin Norwêcê. Ji bo vê jî divê saziyên navneteweyî destekê bidin kampanyaya me." Kampanya îmzeyan a komê li vê adresê ye:   https://www.change.org/p/utlendingsnemnda-justice-for-gulizer-tastemir