Sakîne Can hat definkirin 2018-07-10 17:33:16   STENBOL - Sakine Can a sembola 12'ê Îlonê piştî merasîmê li Cemeva Gaziyê hat definkirin.    Sakine Can a ku di serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an li ber girtîgehan berxwe da û bû sembol piştî merasîma li Cemeviya Gaziyê ya navçeya Sultangaziya Stenbolê hat definkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Parlamenterên Stenbolê Musa Eroglu, Huda Kaya, Heyeta HDP'ê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.    'Tirsa dilê dayika min şikest'   Lawê Sakine Can, Celalettin Can got:"Dayika min 26 sala li dû min geriya. 2 zarokên wê, apê wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan. Di wê pêvajoyê de diya min tiştek ji hêza xwe wenda nekir û tirsa dilê dayika min şikest. Dayika min şoreşger bû. Me bi hev re îşkence dît, me pişta xwe dan hev. Em di dema darbeyê de tenê bûn. Herî zêde dayika me li me xwedî derket."   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya got:"Sakine Can heta dawiya emrê xwe têkoşiya li dijî zilmê sekinî. Em ê jî heta dawî şopdarê wê bin."   Piştî Hudayê xizmên Sakine Can axaftinên kurt kirin. Piştî merasîmê cenaze li Goristna Gaziyê hat definkirin.