TJA: Pergala Serokomariyê li jinan îteatê ferz dike! 2018-07-10 14:50:52   AMED - TJA'yê diyar kir ku Pergala Serokomariyê li jinan îtaetê ferz dike û ji bo mafê jinê yê ku hatiye desteserkirin banga piştevaniyê û mezinkirina berxwedanê kir.   Tevgara Jinên Azad (TJA) derabarê pergala serokomariyê ku duh bi sondxwarina Serokê AKP'ê hat destpêkirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.  TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îktîdara heyî bi  birayrên ku bi OHAL û KHK'yan digire dixwaze ku bi tundiyê civakeke li gorî xwe ava bike.   Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku berxwedana herî mezin li dijî tundiya tê kirin jin didin û ji ber vê jî îktîdar jinan û destkeftiyên wan hedef digire.   'Hat xwestin ku nirxên jinan ji jiyanê bên paqijkirin'   TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Dewleta baviksalar ku dixwaze jiyana rojane ya jinan bi tundiyê rêve bibe, di serî de saziyên jinan hedef girtin, komeleyên jinan, Kooperatîf û alavên wan ên weşanê desteser kirin.  Rejîma siyasal van hemû pêkanînên xwe di bin navê OHAL û KHK'yan de dike. Di çarçoveya OHAL'ê de bi KHK'ya hejmar 701 ku hat derxistin 18 hezar û 632 kesên li saziyên curbicur yên delwletê dixebitîn hatin îxrackirin .Herwiha Rojanameya Ozgurlukçu Demokrasî, Welat,  Halkin Nabzi û 12 komeleyên din jî girtin. Bi KHK'ya dawîn ku hat derxistin re destkeftiyên me û alavên me yên têkoşînê tê xwestin ku ji holê bên rakirin û ji bo xwe kirine hedf."   'Xebatên jinê yên paşerojê ji arşîvan hatin derxistin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku îktîdara AKP'ê roj bi roj rêbazên ku bê çawa destkeftiyên jinê ji holê rake bi pêşve dibe û di dirêjiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "AKP'ya ku di sala 2011'an de ji navê Wezareta ji Jin û Malbatê berpirsiyar îbareya jinê derxist navê wezaretê guhert û wekî  Wezareta ji Malbat û Polîtîkayên Civakî berpirsiyar guhert, bi vê pêkanîna xwe aşkera kir ku ew jinê di nava mabatê de dinirxîne. Herwiha AKP  bi derxistina navê jinê ji navê wezaretê jî nehatiye ser û xebatên wezareta ji jinê berpirsiyar jî ji arşîvan derxistine."    'AKP'ê aşkera kiriye ku ew ji têkoşîna jinan dûr diçe'   Di daxuyaniya TJA'yê de hat diayr kirin ku her çen jin ji roja ewl de li ser wezareta jin anogo wezareta wekheviyê disekirin jî AKP  ji bo ku jinê li derveyî malbatê nebîne di pêkanînên xwe de israr dike û ev tişt hat gotin: "AKP bi êrîşên xwe yên li ser jinan ên di warê civakî, azadî  û wekheviyê  de dixwaze ku bi tundiyê îtatê li jinê ferz bike."   TJA'yê di dawiya daxuyaniya xwe de banga mezinkirina berxwedanê li jinan kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em hemû pêkanînên rejîma yek mêrî şermezar dikin û li dijî xespkirin û talankirin mafê jinê em bang li dînamîkên ciakê yên demokratîk, saziyên jinan û jinan dikin ku rabin berxwedanê û têkoşîna xwe mezin bikin."