Rapora otopsiyê ya derbarê mirina Gulistanê de wê sibe diyar bibe 2018-07-10 14:12:55   WAN - Wê sedema mirina Gulistan  Alma ya ku berî bi hefteyekê li Ebaxa Wanê li mala xwe mirî  hatibû dîtin sibe bi rapora otopsiyê ku bê aşkerakirin diyar bibe.   Li navçeya Ebaxê ya Wanê  li taxa Noşra Jorê di rojên borî roja sêşemê de jina bi navê Gulistan Alma li mala xwe mirî hatibû dîtin.  Gulistan a ku hat îdakirin întîhar kiriye cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakiribûn morga tipa edlî. Piştî otopsiya ku hat kirin xizmên Gulistanê cenazeyê wê girtibûn û defin kiribûn.   Malbatê diyar kir ku ew ê rapora otopsiya derbarê mirina Gulistanê de sibe diyar bibe.   Lêpirsîna ku derbarê mirina Gulistanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatibû destpêkirin berdewam dike.   Herwiha hat aşkerakirin ku Gulistana jiyana xwe ji dest daye dayika 9 zarokan e.