Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî edliyeyê hat kirin 2018-07-10 13:11:52   ÊLIH - Rojnameger Şerîfe Oruç a duh çawa ku hat berdan li ber deriyê girtîgehê bi hinceta dosyeyek wê ya din heye hat binçavkirin, sewqî edliyeya Xarpetê hat kirin.    Nûçegihana DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Orûç ku ji 5'ê Tîrmeha 2016'an ve girtiye, duh di danişîna doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin de hat berdan. Piştî biryara berdanê, çawa ku Şerîfe ji girtîgehê derket, dozgeriyê bi hinceta dosyeyek din biryara binçavkirina wê da û hat biçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Xarpetê. Şerîfe ya şeva xwe li Midûryeta Polîsan derbas kir, sewqî Edliyeya Xarpetê hat kirin.    Tê payin ku Şerîfeyê bê berdan.