Parêzerên Abdullah Ocalan cara 770’emîn serlêdan kirin 2018-07-10 12:21:43   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 770’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdanan malbata Abdullah Ocalan a 82’yemîn jî hat redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut, ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 770’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 769 caran serî li serdozgeriyê dan û dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.