Li Îzmirê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin 2018-07-10 09:53:12   ÎZMÎR - Li Îzmirê di serdegirtina malan de endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin    Yekîneyên polîsan ên girêdayî Şaxa TEM'ê ya Îzmirê, li Navçeyên Menemen, Karabaglar û Konakê yên Îzmirê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan di lêgerîna malan de gelek pirtûk û amûrên elektronik desteser kirin. Kesên hatin binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê wiha ne: Rêveberên HDP'ê yên Îzmirê Gul Turgal, Ferit Turgal, Mahsun Koç, Mehmet Sadik Varkan, Gokhan Varkan.