Dîlan û Dilyar bi merasîmek girseyî hatin definkirin 2018-07-10 09:20:00   HESEKÊ - Endamên MSD'ê Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar Ehmed bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîdên Teqînê ya li Gundê Şercî yê girêdayî bajarê Hesekê hatin definkirin.    Endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar Ehmed bi merasîmeke girseyî li goristana gundê Şercî ya bakurê bajarê Hesekê hatin veşartin.   Bi hezeran welatiyên herêma Cizîrê ku endam û rêveberên MSD'ê û Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk jî di nav de bûn, beşdarî merasîmê bûn.   Girseya gel cenazeyê her du berxwedêran ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan rakir û bi karwanekî ji wesayitan berê xwe da goristana Şehîdên Teqînê ya li gundê Şercî.   Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endama rêveber a Kongreya Star a Hesekê Şêrîn Osî û endama rêveberiya Meclîsa Ciwanên Demokrat Albîn Ehmed axivîn.   Axaftvanan sersaxî ji malbata her du berxwedêran re xwestin û soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.   Piştre girseya gel cenazeyê her du şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan sparte axê.