‘Pergala serokatiyê pêngava ewil a şerîatê ye’ 2018-07-10 09:11:38   STENBOL - Jinan da zanîn ku bi yekbûna wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî û Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê re wê pirsgirêk kûr bibin û pergala serokatiyê pêngava ewil a şerîatê ye.   Tevî bertekên rêxistinên jinan û îmzeyên ji wezaretê re hat ragihandin jî di dema serokatiya Recep Tayyîp Erdogan yê digot ‘Em partiyek muhafazakar û demokrat in. Ji bo me malbat girîng e’, wezareta Malbat û Jinê hat rakirin û li şûna wê jî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê hat avakirin.  Zîhniyeta AKP’ê niha jî dixwaze Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî bi Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê re bike yek. Ji roja serokomar Tayyîp Erdogan ev aşkera kiriye bertekên jinan her diçin zêde dibin.   ‘Em ê her tim li qada bin’   Aylîn Nursalê jî bi lêv kir ku piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê şûnde  pergala serokatiyê bi awayekî fermî dest pê kiriye û ji bo jinan tiştekî erênî wê pêk neyê û wiha pê de çû: “Pergala heyî her tim ji jinan re astengî derxistiye. Lê jinan li dijî van zextan serî netewandiye. Bêguman jin dixwazin azad bijîn. Ji bo vê jî çi hewce be dikin. Em ê her tim li qada bin.”   ‘Pergala serokatiyê pêngava ewil a şerîatê ye’   Jina bi navê Ece Devrîm jî destnîşan kir ku pergala serokatiyê pêngava ewil a şerîatê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li şûna jin û zarok bên parastin, pergalek ku wan hepsî malê dike heye. Hewl didin îstismara li dijî zarokan veşêrin. Ma wezareta Dadê negot ‘daxwaza zarokê heye’. Wezîra jin negot ‘Ji carekê tiştek nabe’.Wê demê ew têkoşîna çi didin?”   Gulsum Kav jî diyar kir ku bi OHAL’ê re kuştinên jinan û şîdet zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şîdetê teşe guhertiye û ketiye rewşek hovane. Piştî hilbijartinê tiştên jin li bendê ne hene. Di seranserê pêvajoyê de binpêkirina mafan zêde bû. Ji bo van mijaran hewcedarî bi saziyek ku dixebitî hebû. Der barê de Wezareta Malbatê berpirsa yekem bû. Lê niha ger her du wezaret bibin yek wê ev pirsgirêka jinan şûnde bê hiştin. Yanî wê saziyek muxatab nemîne.”