Feleknas Uca: Tiştê ku naxwazin em bîbînin çi ye? 2018-07-10 09:07:32   MÊRDÎN - Êzidîyên ku bi zorê ji kampa li Amedê hatin derxistin û li kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin bicihkirin, ji ber pirsgirêkan koçî Ewropayê dikin û ev du sale jî nahêlin parlamenterên HDP’ê biçin kampê.   DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşên komkujiyê li Şengalê pêk anîn loma bi hezaran Êzidî neçar man koç bikin. Bi hezaran Êzidî li qada Fîdanê ya Yenîşehîrê ya Amedê bi cih bûn. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariya Yenîşehîrê bû şûnde Êzidiyên li wir di meha çileyê de ji kampê hatin derxistin û birin kampa AFAD’ê ya Mîdyata Mêrdînê. Êzidiyê li wir rastî gotinên nefretê yên xebatkar û rayedarên kampê hatin, diyar kirin ku hefteyê du caran dikarî derkevin derve û pirsgirêka derman û doktor tê jiyîn.   ‘Hûn mêvan in tu mafên we tuneye’   Êzidiyên li Kampa AFAD'ê rastî tehdîdên weke ‘Kî li derve ji we pirsan pirs bike hûn ê tiştekî nebêjin’ hatine. Êzidiyên havînan di konên ku klîmayên wan xerabûyî de dijîn zivistanê jî kêmasiya sobeyan dijîn. Qadên ku zarok lê bilîzin jî tuneye. Hat gotin ku xwarinên tên belavkirin jî têr nakin û pirsgirêkên tenduristiyê tê jiyîn û hat hînbûn ku revîrê ji wan re gotine ‘Hûn mêvan in tu mafê we tuneye’.   Feleknas Uca: Ev du sal in ku me nagirin hundur   Bi sedan Êzidiyê ji ber derfetên ne baş koç kirin û 500 Êzidiyên mane jî wê koç bikin. Ev du sale parlamenterên HDP’ê hewl didin biçin kampê lê destûr ji bo çûyîna wan nehat dayîn. Di rojên borî de parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca xwest biçe kampê lê rayedarên kampê gotin divê ji qeymeqamtiyê destûr bê girtin. Feleknasê li qeymeqam geriya û qeymeqam jî got divê ji wezareta karê hundir destûr bê girtin. Feleknasê daxuyakirin ku ev du sale destûr nayê dayin û got: “Gelo ji me çi vedişêrin an jî naxwazin em çi bibînin ku me nagirin hundir.”   Li kampê ji bo zarokên Êzidî perwerdeya Tirkî tê dayîn û her wiha di kampê de jî marketa BÎM’ê hatiye vekirin.