'Kes nikare vîna gelan tune bihesibîne' 2018-07-10 09:01:41   Rûken Goman     DÊRIK - Cîgira Hevserokatiya Bajarê Dêrikê Kerîma Fetho gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand û got:" Erdogan dixwaze sîstema netewa demokratîk tune bike, her hêz û vîna gelan ji gef û êrîşên wî mezintir e. Kes nikare vîna gelan tune bihesibîne."   Cîgira Hevserokatiya Bajarê Dêrikê Kerîma Fetho di derbarê gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û encamên tifaqên di navbera  Tirkiyeyê û dewletên navneteweyî de nirxand û got:"Armanca dewleta tirk ew e ku bi planên xwe yên qirêj û bi tifaqa dewletên navneteweyî li dijî destkeftiyên Kurdan şer bikin. Lê gelê Kurd dê bi hêz û vîna xwe van êrîşana û planên qirêj vala derxînin."   Kerîme Fetho diyar kir ku êrîşên dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê Kurd e û got:"Tirkiye bi salan e ku li dijî xeta azadiyê û demokrasiyê êrîşên mezin pêk tîne û dewletên navneteweyî jî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî dengê xwe nakin. Pêngava dagirkeriyê ya Tirkiyeyê li ser Başûr jî didome. Ev siyaseta qirêj bandora neyînî li hemû gelan dike. Tirkiye bi vê yekê dixwaze sîstema netewa demokratîk jî tune bike."   'Tirkiye polîtîqayên qirêj ên ji dîrokê heta niha dubare dike'   Kerîmeyê bal kişand ser polîtîqayên Tirkiyeyê yên ji dîrokê heta niha hatiye duberekirin û wiha domand:"Tirkiye li ser înkarkirin û çewisandina gelê Kurd hatiye avakirin û bi salan e ku em dibin şahidê polîtîqayên qirêj ên ku li dijî Kurdan tên kirin. Tirkiye polîtîqayên qirêj ên ji dîrokê heta niha dubare dike. Niha ev polîtîqayên li ser her çar parçeyên Kurdistanê didome. Lê gelê Kurd dê destûre nade ku xeyalên xwe yên împaratoriya Osmaniyan bi cih bîne."   'Dê bawerî û vîna gelan bi ser bikeve'   Kerîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Erdogan li ser hemû mirovan xeteriyek mezin ava dike. Loma divê pêşî li planên wî yên qirêj bê girtin. Bi destên Rûsyayê dagirkirina Efrînê yek planên wî yên qirêj bû. Ev planan hîn didome û ger pêşî lê nê birîn dê ji bo hemû mirovan bibe sedema xetereyên mezin. Li dijî vê yekê têkoşîn divê mezintir bibe. Bi berxwedan û têkoşîna gelan dê planên qirêj têk biçin. Dê bawerî û vîna gelan bi ser bikeve."