ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-10 09:00:00   *Cîgira Hevserokatiya Bajarê Dêrikê Kerîma Fetho gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand û got:" Erdogan dixwaze sîstema netewa demokratîk tune bike, her hêz û vîna gelan ji gef û êrîşên wî mezintir e. Kes nikare vîna gelan tune bihesibîne." DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê pişavtin û qirkirina li ser zimanê Kurdî bandorek çawa li ser wêjeyê dike? Derbarê wêjeya Kurdî de nivîskar Rengîn Kardelen ji me re axivî. Rengînê diyar kir ku wêjevanên kurd bi têkoşîna bêhempa pişaftinên  sîstematîk bêwate û bêtesîr kirine.    *Êzidîyên ku bi zorê ji kampa li Amedê hatin derxistin û li kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin bicihkirin, ji ber pirsgirêkan koçî Ewropayê dikin û ev du sale jî nahêlin parlamenterên HDP’ê biçin kampê.DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanî nîqaşên ‘darvekirinê’ yên li dijî îstîsmara zarokan hatiye rojevê dan û gotin ev yek ne çareserî ye û AKP ji xesasiyetan fêdeyê digire û qanûnên xwe derdixe.DÎMEN HEYE   *Yek ji jinên alîgira Beşîktaşê ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr a li trîbunan têdikoşe, Ayben Kuşçu  ji bo bibe teknîk dîrektor diçe qursan. Ayben wiha dibêje: “Zayenda Futbolê tuneye. Em nîvê cîhanê parve dikin. Bêguman em ê trîbunan jî parve bikin.”DÎMEN HEYE   *Jinan da zanîn ku bi yekbûna wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî û Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê re wê pirsgirêk kûr bibin û pergala serokatiyê pêngava ewil a şerîatê ye.DÎMEN HEYE   *Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya ku PKK wekî dagirker pênase kir, dan û gotin:"PKK ji bo me sembola jiyana azadiyê ye, ne dagirker e. Yên dagirker dewleta tirk e ku hevalê DAÎŞ'ê ye."   *Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku berxwedana gel di qonaxa duyemîn de berdewam dike û gotin ku dawiya dagirkeriyê wê were.DÎMEN HEYE