Malbatên Somayê li ber dadgehê dest bi çalakiya nobetê kirin 2018-07-09 13:21:52   MANÎSA - Danişîna biryarê ya doza 301 karkerên di karesata madenê ya li Somayê jiyana xwe ji dest dan bi boneya endamek heyeta dadgehê nehatibû hat taloqkirin. Malbatan jî li dijî biryarê bertek nîşan da û li ber edliyê dest bi nobetê  kirin.    Danişîna biryara doza 301 karkerên di kareseta madenê ya li Somaya Manîsa de jiyana xwe ji dest dan hat dîtin. Malbat û parêzer û yên tev li danişînê bûn li benda biryarê bûn. Lê ji ber ku endamek heyeta dadgehê yê bi navê Tugşad Bugra ji ber nexweş bû beşdarî danişînê nebû danişînê taloqî 11’ê tîrmehê kir. Malbat û parêzeran li dijî biryara taloqkirinê bertek nîşan dan û dirûşmên “Wê hesabê Somayê bê pirsîn” berz kirin. Malbat, parêzer û piştevanên malbatan li ber salona danişînê kom bûn û nobetê dan destpêkirin.     Parêzer Can Atalay li ser navê malbat û parêzeran destê xwe li bariyeran da û axivî û got: “Ev bariyer heta îro tunebûn. Qaşo endamek heyetê nexweş ketiye û dozê taloq kirin. Heta edalet şûna xwe bîbîne em ê çalakiya xwe dewam bikin. Heta edalet were em ê li vir bin. Bila werin wê biryarê li ruyê me bixwînin.”    Can da zanîn ku ew ê heta roja çarşemê li gel malbatan li ber edliyê bin û wiha got: “Heta roja çarşemê em li ber edliyê dest bi nobetê dikin. Em edaletê dixwazin û em ê edaletê bi dest bixin.”     Ji xizmên karkeran Elmas Kaya jî anî ziman ku patron nayên girtin û wiha axivî: “Kurê min di gorê de ye û ez jî li pişt têla me. Edalet di dîwar de ye. Me dizanibû wê îro tiştek dernekeve. Beriya ew dadger were vir vê biryarê dabûn. Kî çi dibêje bila bibêje ev li vir dadgehek mîna şanoyê pêk hat. Di vê cîhanê tu qîmeta karkeran nîne. Edalet jî para dewlemendan e. Em vala digirîn û diêşin. Lê dîsa jî em ê sebir bikin.”    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çekrezoglu jî got ku ew ê roja Çarşemê bi girseyî li ber edliyê bin. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel û Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay jî daxuyaniyên kurt dan û li dijî biryara dadgehê nerazîbûn nîşan dan.    Nobeta malbatan a li ber dadgehê dewam dike.