Sakîne Can jiyana xwe ji dest da 2018-07-09 10:07:40   STENBOL - Ji dayikên 12'ê îlonê Sakîne Can jiyana xwe ji dest da   Sakîne Can a ku hemû êşên di dema 12'ê Îlonê de hatin jiyîn jiya û wekî sembola kesên li ber girtîgehan li ber xwe didan dihat naskirin jiyana xwe ji dest da.  Sakîne di heman demê de Berdevka Hewldana 78'an û dayika Endamê PM'a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Celaletîn Can bû.   Cenazeyê Sakîneyê wê sibe saet di 15.00'an de piştî merasîma ku li Cemxaneya Gaziyê ya li Stebolê bê lidarxist bê definkirin.   Sakîne Can kî ye?   Sakîne can ew jin e ku li Dêrsimê di sala 1938'an de bavê wê û apên wê li ber çavên wê hatine qetilkirin û di salên 1970'yan de jî du zarokên wê hatine qetilkirin. Sakîne ya ku jineke berxwedêr bû li dijî Darbeya 12'Ê Îlonê li ber girtîgehan li ber xwe  da û li dijî pêkanînên darbeyê serî hilda ye.