Derbarê qezaya trênê de biryara qedexeya weşanê hat sitendin 2018-07-09 10:06:44   TEKÎRDAG - Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê trêna ku sefera Kapikule û Stenbolê dikir qelibî û di qezayê de 24 kesî jiyana xwe ji dest dan.   Li nêzî gundê Sarilar a bi ser navçeya Çorlu ya Tekîrdagê trêna sefera di navbera Edîrne-Uzunkopru û Stenbol-Halkali de dikir ji rayên xwe derket û qelibî. Hat hînbûn ku di qezayê de 24 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha derbarê qezaya trênê de biryara qedexeya weşanê hat sitendin.   Gelek kesan li ser hesabê xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî biryara qedexeyê dan.