ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-09 09:00:00   *Jinên herêma Efrînê yên ku di kampa berxwedanê ya kantona Şehbayê de bi cih bûne û têkoşîna xwe dewam dikin wiha gotin: "Em tevî hemû zor û zehmetiyên jiyanê, berxwedana xwe kêlî bi kêlî dewam dikin. Em ê rojekê teqez vegerin ser axa xwe. Ji ber ku baweriya me bi şervanên me yên azadiyê heye." DÎMEN HEYE   *Li Taxa Karşiyaka ya Navendê qursa hunerê ya Kundirê Avê hat vekirin û jin bi vê re qada îstîhdama nû armanc dikin û jinan wiha gotin: “Werin em hunerê bi keda xwe pîroztir bikin.” DÎMEN HEYE   *Jinên girtî, ji bo zaroka girtî Zeynep Temel a derbarê wê de nêzî 40 girtek girtine û 6 mehan cezayê dîsîplînê heye de banga hestiyariyê kir.   *DBP'ê piştî daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hat kirin şûnde dest bi xebatên zû yên hilbijartinê kirin.  Xebatkara Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Zeynep Ulger diyar kir ku şaredariyên qeyûm tayînî wan bûne di nav deyn de xetimîne û got gelê wan û partiya wan amade ye.DÎMEN HEYE   *Di doza komkujiya Somayê de hatin asta dawî. Malbatan daxwaz kirin ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Tabbî yê demê bê darizandin û gotin: “Doza Somayê siyasiye.  AKP dîsa bû desthilatdar û vê jî edalet dîsa hişyar kir.” BI DÎMEN