Kongreya Star li Kantona Hesekê Meclisên nû avdike! 2018-07-08 11:23:35   HESEKÊ- Rêxistina Kongreya Star ya navçeya Mexmûr û Til Mecdel  yên girêdayî Kantona Hesekê meclisên xwe avakirin.   Rêxistina Kongra Star bi armanca pêşxistina kar û xebatê li Navçeya Mexmûr û Til Mecdel yên girêdayî kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi civîna ku li dar xistin meclisên xwe avkirin.    Di civîna ku hat lidarxistin de berdevka Kongreya  Satar a navçeya Serêkaniyê Selwa Ehmed ,Rêvbera Kongreya Star a Herêma Cizîrê Welîda Botî, Rêvbera Kongreya Star a Kantona Hesekê Helîma Ehmed û gelek jin amade bûn.   Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştre hevpeymana civakî ya Kongreya Star ji aliyê Berdevka Kongreya Star Selwa Ehmed  a Navçeya Serêkaniyê ve  hat xwendin. Di hevpeymanê de rol û rêxistinkirina  Kongreya Star û têkoşîna jinan di hemû qadên siyasî ,civakî û aborî de derket pêş.   Ji hemû pêkhateyan jin hatin hebêzkirin   Rêvbera Kongreya Star a Herêma Cizîrê Welîda Botî li ser rol û rêxistina jinan axivî û wiha got "Bi hezaran sal e têkoşîn li hemberî zihniyeta baviksalarî tê meşandin. Divê jin li hemberî koletiyê tû caran serî netewînin, xwe bi rêxistin bikin ji bo ku bikaribin jiyanek azad bijîn. Di despêkê de Yekitiya Star ku piştre bû  Kongreya Star ji hemû pêkhateyan jin hembêz kirin, ew bi rêxistin kirin û heta roja îroa mafên wan parast. "   Meclis hatin avakirin   Di heman demê de li navçeya Til mecdelê civîn hate li darxistin. Di civînê de rêvbera Kongreya Star  ya Kantona Hesekê Helîma Ehmed axivî û wiha got: " Divê jin di civakê de rola xwe bilîzin û ereka wan e ku hemû jinan bi rêxistin bikin, ji bo ku jin bibin xwedî sekneke azad ,jin xwedî seknek azad avabikin. "   Piştî axftinan, Meclisa Kongreya Star li Navçeya Mexmûrê ji 7 jinan û  li Til Mecdelê jî 7 jinan meclisên naveçan ava kir.