‘Darvekirin û xesandin rêbaza îşkencê ye’ 2018-07-08 09:12:13   AMED - Parêzer Amît Asye Demîr diyar kir ku kastrasyona zayendî, xesandin an jî darvekirin wê bûyerên îstîsmara zarokan zêde bike û wiha got: “Ji ber ku li welatên cezayên darvekirin û xesandinê pêk tên rêjeya bûyerên îstîsmar û tacîzê li gorî Tirkiyeyê zêdetir e. Her wiha darvekirin û xesandin di heman demê de rêbazek îşkenceyê ye.”   Sekretera Giştî ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Umît Asye Demîr der barê daxuyaniya ‘kostrasyona zayendî’ ya hikûmetê de nirxandin kir û got der barê bûyerên tên jiyîn de divê tedbîrên berfireh bên girtin.   Asyeyê destnîşan kir ku ji bo pêşî li xetereya îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan bê girtin bi ICC (Navenda zarokan a navneteweyî), ÇAÇAV (Tora Parêzerên Di qada Zarokan de Dixebitin’ û bi gelek saziyên din re xebatên hevpar dimeşînin û bernameyan pêk tînin û der barê mğijarê de gelek projeyên ku bikin jiyanê amade kirine. Asyeyê ev tişt anî ziman: “Kampanya û projeyên me yên me bi ICC û ÇAÇAV’ê re dane destpêkirin hene. Ji bo xetek telefonê bê avakirin xebat hatin meşandin. Bi vê xetê zarokên hewcedariya wan hebin dikarin xwe bigihînin merciyên pêwist. Projeyek ‘xeta zarokan’ dikare pêşî li îstîsmara zarokan bigire.”   Li Tirkiyeyê her sal 20 hezar zarok winda dibin   Asyeyê ev tişt anî ziman: “ICC’ê di 2017’an de der barê zarokên winda yên Tirkiyeyê de raporek weşand û li gorî vê her sal li Tirkiyeyê 20 hezar zarok winda dibin. Tenê bûyerên di çapemeniyê de tên weşandin tên dîtin. Li Tirkiyeyê her roj zarok winda dibin. Aliyê ku me xemgîn dike jî îstîsmara zarokane.”   ‘Sûcdar xwe bi otorîteyê heyî dike’   Asyeyê destnîşan kir ku berpirs û sûcdarên bûyerên şîdet, îşkence û îstîsmara tê jiyîn jî xwe vê bi otorîteyê heyî dikin û got ev hilberîna zîhniyeta otorîter e.   Ayseyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser daxuyaniya kastrasyona zayendî û wiha pêde çû: “Darvekirin û xesandin dikare bibe sedema zêdebûna bûyeran. Ji ber ku li welatên ku cezayên darvekirin û xesandinê pêk tên rêjeya bûyerên îstîsmar û tacîzê li gorî Tirkiyeyê zêdetire. Her wiha darvekirin û xesandin di heman demê de rêbazek îşkenceyê ye.”