'Hesasiyet û doza gelê Kurd divê nebe qurbana paldank û berjewendiyan' 2018-07-08 09:02:55   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Bertekên li dijî gotinên Nêçirvan Barzanî yên ku Tevgera Azadiya Kurd wekî dagirker nîşan dabû didomin. Endamên Rêveberiyên Sazî û Meclisên Til Temirê jî bertek nîşanî vê yekê dan û  gotin:"Divê Serokên hikumeta Başûrê Kurdistanê nebin hevkarên dewleta tirk û polîtikayên qirkirinê yên li dijî Kurdan ji bîr nekin."   Nêçirvan Barzanî bi gotinên xwe Tevgera Azadiya Kurd wekî dagirker pênase kiribû. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bertek li dijî Nêçirvan hat nîşandan. Endamên Rêveberiyên Sazî û Meclisên Til Temirê jî bertek nîşanî gotinên Nêçirvan dan û gotin ku dijminên bav û kalan nabin dostên lawan.   Têkildarî vê mijarê de Hevseroka Meclîsa Bajarê Til Temirê Dijle Emîn da zanîn ku ji bo lîstik û polîtîkayên qirkirinê yên neyaran divê hemû Kurd bibin yek û got:"Divê Serokên Partiyên li Başûrê Kurdistanê, bi gotinên xwe nebin hevkarê sûcê dagirkeriya dewleta tirk. Yên ku PKK'ê wekî dagirker pênase dikin ji bîr dikin ku bi saya PKK'ê li Şengalê pêşî li komkujiyek mezin hat girtin. Divê êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdan baş bê dîtin û Nêçirvan baş bizanibe ku dijminên bav û kalan nabin dostên lawan. Em hemû Kurd in û divê em ji bo berjewendiyên xwe hevdû bi dagirkeriyê sûcdar nekin. Yên dagirker dewleta tirk e û îro gelek cihên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye."   'Hesasiyet û doza gelê Kurd divê nebe qurbana paldank û berjewendiyan'   Endama Komisyona Çand û Ehlaq Sîmav Sofî da zanîn ku hesasiyet û doza gelê Kurd divê nebe qurbana paldank û berjewendiyan û got:"PKK ne dagirker e û ji bo mafê hemû gelan têdikoşe û doza mafê gelê Kurd diparêze. PKK ne ji bo paldank û berjewendiyan ji bo doza gelê Kurd têdikoşe. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nebe pêlîstokên destên neyarên xwe. Divê Serokên hikumeta Başûrê Kurdistanê nebin hevkarên dewleta tirk û polîtikayên qirkirinê yên li dijî Kurdan ji bîr nekin."