Nexweşên penceşêrê Gulser û Fatma nayên dermankirin 2018-07-07 14:14:58   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa Gulser û Fatma Ozbay ên xwişkên hev ku nexweşên penceşêrê ne û xwest her du xwişk demildest bên berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 438’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Girtiyên Nexweş Bên Berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konaka Îzmîrê dewam kir. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da.    Ahmet da zanîn ku mirovek ku dikeve nexweşxaneyê nexweş jê derdikeve û got: “Bi OHAL’ê re rewşa li girtîgehan bêtir giran bû. Li gorî rapora herî dawî ya girtîgehên Tirkiyeyê 402 jê giran bi giştî hezar  û 54 girtî hene. Ji ber şertên hepsê hin bêtir nexweşîna wan giran dibe û nexweşînên nû li nexweşînên wan berê zêde dibin.”   Ahmet bi bîr xist ku Fatma Ozbay a li Girtîgeh Erziromê ya Jinan û Gulser Ozbay a li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan ên ku xwişkên hev in bi halê xwe nexweş dimînin û got: “Gulser Ozbay bi nexweşîna penceşêra rehîmê dijî. Ji ber rewşa girtîgehê ji rewşa xwe bi fikar e. Xwişka Gulserê, Fatma Obay jî ji 1997’an ve girtî ye. Di meha gulanê de nexweşîna penceşêra pêsîrê pê re derket. Heman roja nexweşîn pê re derket, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeh Ataturka Erziromê emeliyat bû. Li gel nexweşîna penceşêra pêsîrê nexweşîna kezebê jî pê re heye. Dermankirina her du xwişkan jî baş nayê kirin. Em daxwaz dikin wan demil dest berdin.”    Daxuyanî bi çalakiya 10 deqîqeyan a rûnitşîn ê bi dawî bû.