Koordinasyona Kongreya Star ji bo Gulîzar Taşdemîr daxuyanî da 2018-07-07 11:13:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordinasiyona Kongreya Star di derbarê êrîşên dewleta Tirk û radestkirina siyasetmedar Gulîzar Taşdemîr de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê  jinên demokrat û azadîxwaz bi yekdengî li dijî desthilatdariya faşîst têbikoşin û di şexsê Gulîzarê de ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî têkoşîna azadiyê bi vînek mezin berdewam bikin.    Koordinasiyona Kongreya Star di derbarê êrîşên dewleta Tirk û radestkirina siyasetmedar Gulîzar Taşdemîr de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd û radestkirina siyasetmedar Gulîzar Taşdemîr gefê li aştî û azadiyê de dixe.   Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Dewleta Tirk qirkirina siyasî  ya li hemberî  gelê kurd bi hemu şêweyên xwe yên derveyî pîvan û exlaqê mirovahiyê bi dijwarî di keseyata jinê de pêk tîne. Bi zîhnîyetek nîjadperest û şovenîst nêzî jinê dibin û jinê wekî xeteriyek mezin dibîne. Bi taybetî li Tirkiyeyê, jin rastî girtin, îşkence û hemû cûreyên binpêkirina mafan tên. Herî dawî ev binpêkirin di radestkirina siyasetmedar Gulîzar Taşdemir a li ser daxwaza dewleta Tirk li Norvecê derket holê.    'Em Norveca ku ji temsîliyeta zihniyeta desthilatdar re xizmet kir bi tundî şermezar dikin'   Di daxuyaniyê de helwesta Norvecê hat şermezarkirin û wiha hat domandin:"Norvec xwe bi pîvanê demokrasiyê derdixe pêş lê radestikirina wan a ji bo jineke siyasetmedar helwestek li dijî demokrasiyê ye. Dewleta Norvecê bi vê kiryara xwe bû hevalbendê siyaseta dewleta Tirk a nijadperest û faşîst. Gulîzarê îradeya hemû jinan e. Di şexsê Gulîzarê de îradeya hemû jinan hat binpêkirin. Dewleta Tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe li hember îrade û tekoşîna jinê bibe asteng. Berovajî vê yekê wê israr û tekoşîna me hîn jî bilindtir bibe û em ê wek jin tucarî dev ji têkoşîna azadiyê bernedin da ku hemû jin bigihêjin azadiya xwe. Li ser vê esasê em bang li hemû jinên demokrat û azadîxwaz dikin  ku bi yek dengî têkoşînê li dijî  desthilatdarîyên faşist bilind bikin û em ê di şexsê Gulizar Taşdemir de ji bo azadîya hemu girtîyên sîyasî tekoşîna azadiyê bi vîneke mezin berdewam bikin."