'Îdam ne çareserî ye' 2018-07-07 10:40:41   STENBOL - Jinan ji bo balê bikişînin ser îstismara zayendî ya li ser zarokan û jinan li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê meş lidar xistin û gotin ku îdam ne çareserî ye.   Jinan ji bo balê bikişînin ser îstismara zayendî ya li ser zarokan û jinan li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê meş lidar xistin û gotin ku îdam ne çareserî ye. Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Anadoliyê (AKA-DER), Partiya Şoreşger, Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Sazîkirina Nû ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) bi dirûşma "Nesekine biqîre" bertek nîşanî îstismara zayendî ya li ser jin û zarokan dan  û li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê meş lidar xistin. Pankarta "Em ê hesab ji kesên ku îstismara zarokan meşrû dikin bipirsin" hat vekirin û dirûşmên "Bila dewlet ranezê li zarokan xwedî derkeve", "Em ê ji kujerên zarok û jinan hesab bipirsin" hatin berzkirin.    Sedef Akçay ser navê pêkhateyan daxuyaniya çapemeniyê xwend û got:"Mekanizmay şopandina îstismara zayendî ya azad divê bê avakirin û divê hemû kes seferber bibin ku mafê zarokan û jinan biparêzin."   'Îdam ne çareserî ye'   Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku îdam ne çareserî ye û wiha dewam kir:"Ji bo mirov li dijî îstismarê têbikoşe edalet gelek girîng e. Divê li gor edaletê cezayê îstismarkaran neyê daxistin. Divê hemû kes bibin yek û li dijî îstismara li ser jin û zarokan têbikoşin."   Çalakî bi çepik û lîrandina jinan bi dawî bû.