Doza Nisêbînê sibê ye: Zarokên Nurşanê dayika xwe dixwazin 2018-07-07 09:15:28   MÊRDÎN - Nurşan Demîr a ji doza Nisêbînê ev du sale girtiye, zarokên wê dixwazin dayika wan di rûniştina 9’ê Tîrmehê de bê berdan.   Li Nisêbîna Mêrdînê di 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlanikrin û di vê pêvajoyê de Nurşan Demîr hat binçavkirin û ev 2 sale girtiye. Nurşan a ev du sale ji 5 zarokên xwe dûr e bi îfadeyên şahidên veşarî hat girtin. Nûrşan ya surgunê girtîgeha Wanê hatiye kirin, rûniştina doza wê di 9’ê Tîrmehê de ye. Nûrşanê berê jî ji bo bigihêje zarokên xwe bang kir û vê carê kurê wê Şiyar ji bo berdana dayika xwe bang kir.   Xwişka Nurşanê, Cemîle Elmas diyar kir ku xwişka wê beyî sedem girtiye û wiha got:  “Li mala xwe ya li taxa Firatê dima. Dema qedexeyê zarokên xwe derxist lê ew derneket. Piştre hat binçavkirin. Pir îşkence lê kirin. Ewil birin Mêrdînê û piştre jî şandin Wanê.   Cemîleyê daxuyakirin ku zarokê wê yê herî biçûk 14 salî ye û ji ber dayika wan ne li cem wan e, gelek zehmetiyan dikşînin û got divê êdî her kes bibe dengê van zarokan.   ‘Em dayika xwe dixwazin’   Kurê wê Şiyar ê 14 salî jî diyar kir ku wî gelek bêriya dayika xwe kiriye û got dema got ew dixwaze dayika wî bê berdan û mezinbûna me bibîne.