'Ez li kolanan hêzê ji jinê digirim' 2018-07-07 09:11:47   RIHA - Yekane rojnamegera jin a li Rihayê dixebite Arjîn Dîlek Oncel  diyar kir ku rojnamgerî pîşeyek zehmet e û dema nasnameya jinê lê zêde dibe zêdetir zehmet dibe.  Arjîn ku li qadê dem bi dem rastî gotinên zayendperest û tehdîdan tê, diyar kir ku ew li kolanê hêzê ji jinan digire.   Rojnamegera Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel li Rihayê xebatê dimeşîne û ev sê sale yekane jina li qadê rojnamegeriyê dike ye.  Arjînê zor û zehmetiyê rojnamegeriyê vegot.   Arjînê daxuyakirin ku rojnamegerî pîşeyek zehmet e û dema nasnameya jinê lê zêde dibe ev zehmetir dibe û li Tirkiyeyê karê rojnamegeriyê wêrektiyê dixwaze.    Arjînê destnîşan kir ku ev sê sal e li Rihayê rojnamegeriyê dike û wiha got: “Em dema diçin nûçeyan wek em diçin şer ji malê derdikevin. Em benên pêlavên xwe hişk girê didin.  Em porê xwe girê didin. Em nizanin li kolanê çi li bendî me ye. Desthilatdariyek ji me nerehet heye. Mirov dikarin hema bên girtin û binçavkirin.”   Arjînê her wiha balkişand ser zextên li ser rojnamegeran û got her dem rojnameger tên binçavkirin û girtin û bi taybet jî destilatdarî ji jinan ditirse.   ‘Ji ber ez jin bûm hatim girtin’   Arjînê wiha berdewam kir: “Ji ber OHAL’ê hejmara nûçeyên rutîn pir kêm bûne. Em li qadê rastî zehmetiyan tên. Dema min nû dest bi rojnamegeriyê kir hawirek baştir hebû. Ji bo rojnamegerên Kurd hawir qet naguhere. Ji bo rojnamegerên nêzî desthilatdariyê hawirek baş heye. Em diçûn daxuyaniyan hemû nûçegîhan li wir bûn. Yekane jin ez bûm. 20 mêr hebûn ez jî tenê bûm. Wan ev titş difikirî; jin nikarin kamerayê bigirin, wêneyan bikşînin û pirsan bipirsin. Min hestên wan hîs dikir.”   Tecrubeya yekem   Arjînê roja destpêka pîşeya xwe jî vegot û got: “Daxuyaniyek hebû. Min kamera girt û ez çûm wir. 10 rojnamegerên mêr hebûn. Ez li pişt hemûyan sekinibûm. Min hewl dida xwe bikim navberan lê bejna wan dirêj bû. Ez li dawî bûm. Lê min xwe bi awayekî derbasî pêşî kir.  Parêzera daxuyanî dixwend piştgirî da min. Gotin heta tu cih negirî em dest pê nakin. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş bûm.”   ‘Hewl didin jinan heps bikin’   Arjînê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li rojnamegerên jin ferz dikin ku li pey deriyên girî xebatan bimeşînin û wan neçar dikin ku li hundir bixebitin. Arjînê anî ziman ku rojnamegerên mêr di navbera xwe de zimanê serdest bi kar tînin û hinek rojnemeger jî gotinên zayendperest bikar tînin.   Arjînê her wiha diyar kir ku ew wek rojnamegerên jin ên Kurd hem nasnameya jinê diparêzin û hem jî li qadê têkoşîna li dijî serdestiya mêr didin û li qadê ji reng û cesareta jinan hêzê digire.   Arjînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li herêmê bêdadiyek mezin heye. Esvet Şenyaşar li ber çavê min hat qetilkirin. Me dît ew çawa hat qetilkirin.  Li ber çavê wezîrê çandiniyê Fakibaba hat lînçkirin. Li ber çavê wan welatiyek hat qetilkirin. Mêrekî bi dengê bilind bang dikir. Piştre ez hîn bûm ku biraziyê Îbrahîm Halîl Yildiz e. Bi dengekî biling digot ‘Ez ê te bikujim’. Em bi bêdengî derneketibana wê em ê bihatana lînçkirin. Yanî wê xesp bikirana. Li wir 3 kes birîndar bûn. Lê yek kes nehat binçavkirin.”