ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-07 09:00:00   *Hevseroka TEV-DEM'ê Eyşa Efendî bertek nîşanî tevgera leşkerên tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da û got:" Çawa ku gel ji bo Efrîn û Kobanê seferber bûn, divê îro jî Başûr bi hemû pêkhateyên xwe seferberiyê îlan bikin û biryara têkbirina dagirkeriyê bidin." DÎMEN HEYE   *Berdevka Rêxistina Kongreya Star Gulîxan Tahir îstismara zayendî a li ser zarokan ku li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe nirxand û got: "Divê mafê zarokan were parastin neyê binpêkirin." DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Rêveberî ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohelat Arif rewşa dawî ya li Rojava û tevahiya Sûriyeyê nirxand û got:"Ji bo aloziya di nav Sûriyeyê de bi dawî bibe yekîtiya gelan pêwist e." DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku kuştin û revandinên zarokan ên di rojevê de ne ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo sererastkirinên nû wek alav tê bikaranîn û got çareserî jî bi têkoşîna hevpar derbas dibe. DÎMEN HEYE   *Yekane rojnamegera jin a li Rihayê dixebite Arjîn Dîlek Oncel  diyar kir ku rojnamgerî pîşeyek zehmet e û dema nasnameya jinê lê zêde dibe zêdetir zehmet dibe.  Arjîn ku li qadê dem bi dem rastî gotinên zayendperest û tehdîdan tê, diyar kir ku ew li kolanê hêzê ji jinan digire. DÎMEN HEYE   *Nurşan Demîr a ji doza Nisêbînê ev du sale girtiye, zarokên wê dixwazin dayika wan di rûniştina 9’ê Tîrmehê de bê berdan. DÎMEN HEYE   *Bajarê Licê yê ku polîtîkayên zilm û îşkenceyê ya dewletê lê zêde hat jiyîn, çîroka hezaran jinî jî dihewîne. Yek ji xwediyê van çîrokan jî Vesîle Yîtel e û wiha got: “Her kesên tên dixwazin Kurdan tune bikin. Lê rewşa hemûyan diyar e.”   *Li Bajarokê Digurê yê Şengalê jinên Êzidî daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin ku ew ê heta dawî li dijî tecrîda giran bisekinin.