Hevşaredara girtî Zulfiye, dixwaze bigihêje kurê xwe 2018-07-06 09:07:06   AMED - Hevşaredara Pîranê ya Amedê Zulfiye Kîşmîr ku qeyûm tayînî şûna wê bû, beyî îdianameya wê jî bê amadekirin ev 10 meh in di girtîgehê de ye. Zulfiyeyê ji bo ligel kurê xwe yê bi nexweşiya epîlepsiyê ye be banga hestiyariyê kir û got rewşa wî her diçe xerabtir dibe.   Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ev 10 meh in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne. Zulfiyeya ku qeyûm tayînî şûna wê bûye  di lêpirsîna derbarê wê de biryara veşariyê jî heye.  Zulfiyeya ku îdianameya wê jî nehatiye amadekirin, kurê wê yê 15 salî Alî Kîşmîr ji sedî 99 nexweşê epîlepsiyê ye û di nav nivînan de dijî.  Zulfiyeyê daxuyakirin ku kurê wê bi tena serê xwe nikare tu tiştekî bike û wek dayikekê banga hestiyariyê kir.   ‘Nikare hewcedariyên xwe bîne cih’   Zulfiyeyê nameyek şand û got ji bo bi kurê xwe re eleqeder bibe divê li derve be û wiha pê de çû: “Ventrolên mejiyê Alîş av kom kiriye û ji ber vê jî beşek mezin a fonksyonên hucreyên mejiyê wî têk çûne. Tevî 15 salî ye wek zarokekê  yek salî ye.  Du gurçikên wî jî her diçe îflas dike.  Kezeb û roviyên wî jî enfeksyon girtiye. Ji roja hatiye cîhanê di nav nivînan de dijî. Kurê min bi  mamayê xwedî dibe. Her hewcedariyên wî em dikin. Niha li bende min e. Ji kerema xwe re bila rayagiştî piştgiriyê bidin min. Ez dixwazim bêm berdan û ligel kurê xwe bim.”   ‘Pêwistiya wî bi min heye’   Zulfiyeyê di berdewamiyê de got wê gelek carî serî li îdareya girtîgehê daye ku kurê wê bînin cem wê lê îdareyê rêbaza temen kiriye hincet û destûr nedane. Zulfiyeyê got her daxwaznameya wê bê bersiv maye û got: “Alî her cara bi bavê xwe re tê hevdîtinê îşkenceyê dikşîne. Rewşa wî girantir dibe. Di du hevdîtinên dawî de rakirin nexweşxaneyê. Li vir diweste. Du caran ji ser hişê xwe çû. Ez ji kurê xwe dûr im û ev êşek mezin e. Ev tiştên min gotine tenê hinek in. Ez dizanim bi sedan dayikên wek min hene.”   Ji bo jinan bang   Zulfiyeyê daxuyakirin ku du keçên wê jî tevî temenê wan biçûk in ji bo li birayê xwe binêrin perwerdeya xwe nîvco hiştine û got: “Ez bi îdiayên bê bingeh têm girtin. Ev saleke ez girtî me lê hîna îdianame tuneye. Di alî hiqûqî de tu sûc tuneye. Di destên wan de jî tiştek tuneye. Ez bi taybet bang li rayagiştî û jinan dikim ku piştgiriyê bidin min û edalet bê bi cih anîn.”