Teslîmkirina Gulizar Taşdemir hat şermezarkirin 2018-07-05 15:51:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara jin a Kurd Gulizar Taşdemir ji aliyê Norvecê teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Teslîmkirina Gulizar Taşdemir a ji bo Tirkiyeyê li Osloyê hat şermezarkirin.   Bertekên li dijî teslîmkirina siyasetmedara Kurd Gulizar Taşdemir didome. Siyasetmedara Kurd Gulizar daxwaza ihticayê li Norveçê kir û li wir tedawî dibû. Gulizarê ji aliyê Norveçê teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Kurd û dostên Kurdan li ber Wezareta Karê Derve yê Norveçê kom bûn û teslîmkirina Gulîzarê ya ji bo Tirkiyeyê şermezar kirin. Tevgera Jinên Norveçê û Rêxistina antifaşist Motmakten beşdarî çalakiyê bûn.    Li ser navê Rêxistina Ciwan a Kurd axaftin hat kirin û hat gotin ku ji ewlehiya canê Gulîzarê Norveç berpirsiyar e û hat gotin ku teslîmkirina Gulîzarê binpêkirina mafên mirova ye.   Meclîsa Gel a Kurd a Osloyê anî ziman ku we vê îadeya ji bo Tirkiyeyê şermezar dikin û ew ê şopdarê vê yekê bin.