Li dijî binpêkirinên mafên ên li girtîgehan bang 2018-07-05 15:47:17   ENQERE - Endama MYK'a ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, bal kişand ser binpêkirinên mafên Herêma Anatolyayê û di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên rayedar kir ku hestiyar tevbigerin.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehên Herêma Anatolyayê de aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ya ku li ÎHD'a Enqereyê hat kirin de Endama MYK'a ÎHD'ê Nuray Çevîrmen axivî. Nuray diyar kir ku di rapora amade kirine de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F ya Dînarê, li GIrtîgeha Kayseriyê ya hejmar 2 ya Tîpa T, Girtîgeha Kirkkale - Hacilar a Tîpa F, Girtîeha Sîncanê ya Jinan û ya Tokatê ya Tîpa T cih digirin.   Herwiha Nuray diyar kir ku rapor ji nêrînên parêzerên komîsyonê yên ku ji girtiyan bi dest xistine, serlêdanên malbat û ji nameyên girtiyan amade kirine.