Jinê li dijî sîstema serokatiyê derkevin qadan 2018-07-05 10:13:06   STENBOL - Parêzkarên mafên mirovan derbarê sîstema serokkomariyê axivîn û gotin:"Tirkiye bi temamî dê têkeve nava atmosferek ne demokratîk. Jinê wekî her demê li qadan bin û li dijî vê sîstemê jî, bisekinin."   Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo Sîstema Hikumeta Serokkomariyê amedekarî tên kirin. Parêzkarên mafên mirovan anîn ziman ku bi sîstema nû dê mafên jinan bên xespkirin.    'Ger demokrasî tunebe dê mafên jinan jî tunebe'   Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku Tirkiye bi KHK'yan tê birêvebirin û ev pêvajoya pêvajoyek antîdemokratîk e û  got:"Di vê pêvajoya ne demokratîk de mafên jinan jî ji destên wan tên girtin. Ger demokrasî tunebe dê mafên jinan jî tunebe."   'Dê cudatî zêde bibin'   Gulserenê anî ziman ku jin gelekî bi cudatiyê rû bi rû dimînin û got:"Dê ev bi pergala sîstema serokatiyê zêdetir bibe. Dê cudatî zêde bibin."   'Em ê li dijî sîstemê têbikoşin'   Parêzkara Mafên Mirovan Mukaddes Şamlioglu jî got:"Sîstema nû navê wê faşîzm e. Cihê ku faşîzm lê hebe em nikarin behsa mafê jinê û gelan bikin. Ez difikirim ku hemû jin dê li dijî vê sîstemê têbikoşe. Em ê bi hev re li dijî vê sîstemê têbikoşin."   'Dê jinê li kuçeyan bin'   Parêzkara mafên mirovan û kedkara perwerdeyê Hatun Îldemir jî wiha got:"Em ê dev ji mafên xwe yên ku me bi zagonan bi dest xistine bernedin. Em ê li dijî vê sîstemê jî têkoşîna xwe bidin. Em hêvî dikin ku hemû jin li dijî vê sîstemê li kuçeyan têbikoşin."