Tevî pirsgirêkên tenduristiyê dema binçavkirina Nebahatê hat dirêjkirin 2018-07-04 11:05:01   ŞIRNEX - Nebahat Îşçî ya ku di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin ev 5 roj in ku îfadeya wê nayê girtin û tevî ku pirsgirêkên wê yên tenduristî hene jî dema binçavkirina wê hat dirêjkirin.    Hat hînbûn îfadeya Nebahat Îşçî ya ku di 30'ê Hezîranaê de di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin, hîn nehatiye girtin. Dema binçavkirina Nebahatê ya ku bi hinceta "Endama Rêxistinê" hat binçavkirin ji aliyê dozger ve hat dirêjkirin. Zarokên Nebatê gotin ku divê dayika wan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê demildest bê berdan.     Parêzerê Nebahatê, Haşim Togurlu anî ziman ku wan ji bo dirêjkirina binçavkirinê îtiraz kirine û got:"Ji ber ku nexweşiya Nebahatê ya serêşê û guatirê heye nikare di nezaretê de hilmê bistîne. Loma divê dema binçavkirinê neyê dirêjkirin."   Haşim anî ziman ku Nebahatê bi îfadeya şahidan hatiye binçavkirin û ew hêvî dikin ku heta roja îniyê îfadeya wê bê girtin.