'Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye' 2018-07-04 09:05:37   Nesrîn Mislim   KOBANÊ - Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Fewziya Henîf têkildarî xebatên saziyê got: " Ji bo em bikaribin jinan ji tundî û êrîşan rizgar bikin em ê bi hemû rengên cuda xebatên xwe bidomînin."    Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Kantona Kobanê di sala 2015'an de hat vekirin û li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe. Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, Fewziya Henîf diyar kir ku şikandiya tundiya li ser jinê ji xwe re kirine armanc û got:"Armanca me ew e ku em hemû jinan hembêz bikin û ji tundiyê biparêze û parastina li dijî neheqiyê hînî wan bike."   Fewziyayê bal kişand ser derûniya jinan û wiha got:" Ji ber ku di civaka me de yên ku herî zêde rastî tundiyê tên jin û zarok in, di warê derûniyê de jî bandorên neyînî herî zêde li wan dibe. Loma me pêwistî bi beşa derûniyê jî dît. Di warê xebatên beşa derûniyê de jî em dixebitin. Çimkî heta ku derûniya civakê ne baş be dê hemû tiştên din jî bi aweyekî bi rêk û pêk nemeşe. Ji bo tundiya her rengî ya li ser jinê em têdikoşin."   'Rêxistina Sara ji bo parastina mafê jinê dixebite'   Fewziyayê da zanîn ku Rêxistina Sara ji bo parastina mafê jinê dixebite û wiha domand:"Em weke sazî hem bi pirsgirêkên jinan mijûl dibin hem jî bi perwerdekirina saziyan mijûl dibin. Di heman demê de di nava xebatên me de perwerdeya zimanê dayikê jî heye. Ji bo jin xwe nas bikin û bikaribin ku xwe bi rêxistinkirin bikin em panel, semîner, dewreyên perwerdeyê û civînan li dar dixin. Ev xebatana hem ji bo pêşketina jinê, hem jî ji bo pêşketina civakê gelekî girîng e."   'Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye'     Fewziyayê herî dawî wiha got:"Ji bo jin rastî tundiyê nê divê em bibin yek û têbikoşin. Heta jin rizgar nebe dê civak jî rizgar nebe. Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye."