'Jin bi keda xwe rolek girîng di nava civakê de dilîze' 2018-07-04 09:03:37   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jinên li Kargeha Reşo dixebitin diyar kirin ku divê hemû jin bi têkoşîn û xebata xwe bikaribin ku rola xwe ya girîng di nava civakê de bilîzin û gotin:"Bi kar, xebat û têkoşînê jin bi ser dikevin. Divê em dev ji xebatê bernedin ku em neçewisin."   Li Kargeha Reşo ya ku ji sala 1995'an heta niha di meriyetê de ye, jin kedek giranbiha didin û li ser lingên xwe disekinin. Jinên ku li Kargeha Reşo dixebitin dibêjin ku ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta feodal û zihniyeta ku her roj jinê qir dike ew dixebitin û têdikoşin.    Endama Rêveberiya Kargeha Reşo Xewla Ehmed da zanîn ku xebatkarên li kargehê hemû Ereb in û got:"Di kargehê de 20 jin dixebitin. Kar saet di 08.00 de dest pê dike û êvarî saet di çaran de diqede. Karker rojê 1300 wereqeyî digirin. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jinên Kurd bi awayekî xurt bi rêxistin bûn û bi vê sayê jinên Ereb jî niha bi awayekî azad dixebitin û li ser lingên xwe disekinin. Divê em hemû jinên cîhanê bibin yek û li dijî neheqiyan berxwe bidin."   'Jin bi keda xwe rolek girîng di nava civakê de dilîze'    Jina karker a bi navê Fatma Mihemed ku li Kargeha Reşo dixebite anî ziman ku jin bi keda xwe rolek girîng di nava civakê de dilîze û got:"Ev 7 meh in ku ez dixebitim. Rewşa me ya aborî baş e lê em dîsa jî dixwazin bixebitin û xwedî hêvî bin. Em dixwazin vê yekê nîşan bidin ku jin ne tenê li malê dikarin li her derê bixebitin. Ez û 4 keçên xwe bi hev re dixebitin. Ez dixwazim keçên  min ne tenê karê hundur, hînî karê derve jî bibin û bikaribin ku li ser lingên xwe bisekinin."   'Li dijî koletiyê têkoşîn çareserî ye'   Jina bi navê Marîn Xalid jî anî ziman ku jin bi keda xwe li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşin û got:"Gelek malbat nahêlin ku keçên wan bixebitin. Ev feraseta şaş e. Divê em bihêlin ku jin li her qadê çalak bin. Divê jin bixebitin û li her qadê çalak bin ku li dijî koletiyê bikaribin berxwe bidin. Li dijî koletiyê têkoşîn çareserî ye."