ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-04 09:00:00   *Jinên li Kargeha Reşo dixebitin diyar kirin ku divê hemû jin bi têkoşîn û xebata xwe bikaribin ku rola xwe ya girîng di nava civakê de bilîzin û gotin:"Bi kar, xebat û têkoşînê jin bi ser dikevin. Divê em dev ji xebatê bernedin ku em neçewisin." DÎMEN HEYE   * Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Fewziya Henîf têkildarî xebatên saziyê got: " Ji bo em bikaribin jinan ji tundî û êrîşan rizgar bikin em ê bi hemû rengên cuda xebatên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komên Toximên Cihî ya Îzmîrê Goknur Yeşil diyar kir ku şîrketên pirnetewî dest dixin ser jêderkên cotkarî û avê û ev yek jî dê di siberojê de bibe sedema derketina şerên mezin. DÎMEN HEYE   *Zekiye Dinç a ku ev bi salane ku di bin şerdên bê ewle de karê cotkariyê dike anî ziman ku ew zarokê xwe tenê dikare bibe nav zeviyan. DÎMEN HEYE   *Ayşe Kabul di serdema qedexeya derketina derve de ji ber ku mala wê xera bûbû derbasî mala kirê bûbû lê careke din mala wê xerabû û cara 3'emîn ji cihê xwe bû. Mala Ayşeya 60 salî di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên koçberiyê 2 caran hatibû şewitandin. Lê Ayşeyê bi biryar e û dibêje "Ez ji ser axa xwe naçim tu derê."DÎMEN HEYE